Di nav Kampa Holê de tunel û xanîyên DAISê hatin dîtin

28 August 2022 16:27 0 dîtin
Di nav Kampa Holê de tunel û xanîyên DAISê hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê di roja çaremîn a operasyona nav Kampa Holê ya Hesekê de ku bi piştevaniya HSD û Koalîsyona Navdewletî birêve diçe, tunelek û xaniyên DAIŞê hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayîş) a Rojavayê Kurdistanê, di roja çaremîn a operasyona Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de, li beşa duyemîn a Kampa Holê ku penaberên Iraqî tê de dimînin, tunelek û xaniyên ku bi blokan hatibûn çêkirin, hatin dîtin.

Hat diyarkirin ku li gorî texmînan, şaneyên veşartî yên DAIŞê xwe di wan xaniyan de vedişêrin û perwerdeya li ser hizrên tundraw û terorîst didin.

Hat ragihandin ku Asayîşê tunel û xaniyên blokan xira kirin û gelek konên penaberan ku şaneyên veşartî dest danîbûn ser û wekî navendeke perwerdeyê û mêjîşûştinê bi kar dianîn jî hatin rakirin.