Di navbera gundiyan û tîma bac û gumrîkê ya PKKê de ser derket

24 June 2021 14:19 0 dîtin
Di navbera gundiyan û tîma bac û gumrîkê ya PKKê de ser derket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundekî sînorî yê qezaya Pişder a girêdayî îdareya Raperînê, şer di navbera çekdarên PKKê û xelkê gund de derket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji medya Kurdistanê re ragihandine, îro li gundê Şênê yê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê şer di navbera çekdarên PKKê û xelkên gund de derketiye.

Qeymeqamê Pişderê Bekir Bayiz derbarê bûyerê de ji K24ê re gotiye: "Rast e ew rûdawa pêk hatiye û çekdarên PKKê bi awayekî ne yasayî daxwaza gumrikê, baca pez û milkên wan kiriye bi awayekî nayasayî û wan jî qebûl nekiriye û şer derketiye. Çekdarên PKKê teqe kirine û hemwelatiyek jî birîndar bûye.”

Hemwelatiyê bi navê Feqê Hemed Îsmaîl ku şêniyê gundê Zelê yê nehiya Helşo ye, ji aliyê tîmeke gumrîkê ya PKKê bi çekê hatiye birîndarkirin û ew ji bo nexweşxaneya Qeladizê hatiye veguhestin û niha di jêr çareseriya pizîşkî de ye.

Gundiyan beriya niha jî ji ber bombebarana Tirkiyê ji PKKê daxwaz kiribûn ji gundên wan derkevin.