Di navbera PKKê û Tirkiye de li Dêrsimê ser derket
PeyamaKurd - Di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê, li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê şer derket. Tirkiye da zanîn, di şer de du gerîlayên PKKê can dane, lê ji aliye PKKê hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Li gor agahiyan, şer li sînorê qezaya Pulurê ya li bakurê rojavayê Dêrsimê rû daye.
Di derbarê bûyerê de Parêzgariya Dêrsimê ragihand, ku şer û pevçûna di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê di dema birêveçûna operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de derketiye û di encamê de 2 gerîlayên PKKê can dane.
Li gor Prêzgariya Dêrsimê, yekîneyên operasyonên taybet ên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê ve, bi piştgiriya balafirên cengî li herêmê dest bi operasyonê kiribû.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, hêzên ewlehiyê dest danîne ser du çekan, ku yek Klaşînkof û ya din M-16 ye.
Derbarê şerê li Dêrsimê û herwiha kuştina kesê bi navê Argeş de, PKKê hê ti daxuyanî nedaye.
Parêzgariya Dêrsimê herwiha amaje bi berdewambûna operasyonê li herêmê kiriye û destnîşan kiriye, ku ew dê raya giştî ji pêşhatan agahdar bikin.
Di demên dawî de, Tirkiyê operasyonên xwe yên li dijî PKKê him li Bakurê Kurdistanê û him li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin