Di ser Komkujiya Roboskî re 12 sal derbas bûn
PeyamaKurd – Di 28ê Kanûna 2011an de, li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê di encama bomberdûmana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de 17 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser Komkujiya Roboskî re 12 sal derbas bûn. Di vê navberê de ne berpirsyar hatin eşkerekirin û ne jî kes hatin darizandin.
34 kesên ku di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn wê îro li ser gorên xwe bên bibîranîn.
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari, parlementer û serokên baroyên herêman jî beşdarî bernameya bîranînê bibin.
Çi qewimî?
Şeva 28ê Kanûna 2011an bêdengiya Roboskî ji nişka ve bi dengê balafir, bombe û qîrînê hat şikandin. Şev di saet 21.20an de 4 balafirên şer ên F-16 welatiyên li herêma sînor bombe kirin. Piştre herêm 3 caran li pey hev hate bombekirin. Di bomberdûmanê de 17 jê zarok 34 kes mirin.
Ji koma ku dema ji sînor derbas dibûn bi mazot û erzaqên ku ji Herêma Kurdistanê anîbûn, tenê Servet Encû rizgar bû.
Di van 11 salên di ser re derbas bûn de ne berpirsek hat dîtin û ne jî kesek hat darizandin. Dozên ku li Tirkiyeyê ji aliyê malbatan ve hatin vekirin bê encam man û doz ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat vegerandin.
Li TBMMyê jî derbarê bûyerê de komîsyona lêkolînê hat avakirin.
Komîsyona Jêr a Qilabanê ya di nava Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMyê de xebatên xwe yên ku nêzî 15 mehan dewam kir, di Adara 2013an de bi dawî kir.
Di rapora ji 84 rûpelan a ji aliyê komîsyonê ve hatiye amadekirin de, hat diyarkirin ku tenê li gorî wêneyên ÎHAyê ne pêkan e ku nasname bên eşkerekirin.
Komîsyonê di rapora xwe de destnîşan kir ku "Ti delîl nehatin bidestxistin ku bûyer bi zanebûn hatiye kirin."
Herwiha mufetîşên Wezareta Karên Hundir jî li ser mijarê lêkolîn kirin û rapor amade kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ku derbarê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin, di Hezîrana 2013an de "biryara bêhiqûqiyê" dabû û dosya şandibû dozgeriya leşkerî.
Serdozgeriya Leşkerî diyar kir ku 5 leşkerên di Çileya 2014an de wek bersûc hatine binavkirin "di çarçoveya înfaza fermanên qanûnê de wezîfeyên ku ji wan re hatiye dayîn bi cih anîne.” Hate gotin ku "Ji ber ku di dema bicihanîna erkên xwe de şaşitiyên neçarî kirine, derbarê kiryarên wan de ti hincetek giliyê giştî nîne" û biryar hat dayîn ku pêwîstî bi dozgeriyê nîne.
Xizmên kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane diyar kirin ku ew ji encama lêkolînan ne razî ne.
Piştî ku lêpirsîn bê encam ma, xizmên mexdûran di Tîrmeha 2014an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn.
Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta ku di dosyayê de 53 parêzerên 3 parêzerên ku di Sibata 2016an de serlêdan kiribûn, serlêdan red kir û ji ber ku belgeyên wenda ji dema diyarkirî ya 15 rojan du roj dereng hatin teslîmkirin doz qebûl nekir.
Li ser vê yekê 281 xizmên 34 kesên jiyana xwe ji dest dane serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. AÎHMê di Gulana 2018an de bi hinceta ku tedbîrên navxweyî bi dawî nebûne serlêdan red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin