Dosya komkujiya Sêwasê bi sedema wext di ser de derbas bû ji darazê ket

14 September 2023 21:43 0 dîtin
Dosya komkujiya Sêwasê bi sedema wext di ser de derbas bû ji darazê ket

PeyamaKurd – Dosya komkujiya Sêwasê, ji ber 3 firariyên dozê heya niha neketin dest û di ser de wext derbas bû, di celsa sêyem de, ji ber di 2 yê Temmûzê de 30 salê dosyayê qediya, bi biryara dadgehê dosya ji darizandinê ket û hat girtin. Dozger jî di heman hedefê de daxwaza xwe beyan kiribû.

Dosya bajarê Sêwasê ya bakûrê Kurdistanê ew dosyaye ku di 2 yê Temmûza (Tîrmeh) sala 1993an de li bajarê Sêwasê li otêla bi navê Madımakê, hêzên tarî yên Tirkiyê agir bera otêlê dabûn û di otêlê de mêvanên ku ji çar kenarê Tirkiyê ji bo aheng û konferansan çûbûn Sêwsê, ji wan 33 rewşenbîr di otêlê de şewitandibûn.

Ji ber di ser dosya dozê de 30 sal derbas bû, dosya ji rojevê ket û nema vedikin. Di celsa dawiyê de ji partiya komarî (CHP) gelek kes di dadgehê de amade bûn û dozê şopandin.

Di komkujiya bajarê Sêwasê de kesên katibûn kuştin ev bûn:

Muhibe Akarsu, Muhlis Akarsu, Gülender Akça, Metin Altıok, Ahmet Alan, Mehmet Atay, Sehergül Ateş, Behçet Aysan, Erdal Ayrancı, Asım Bezirci, Belkıs Çakır, Serpil Canik, Muammer Çiçek, Nesimi Çimen, Carina Cuanna, Serkan Doğan, Hasret Gültekin, Murat Gündüz, Gülsüm Karababa, Uğur Kaynar, Asaf Koçak, Koray Kaya, Menekşe Kaya, Handan Metin, Sait Metin, Huriye Özkan, Yeşim Özkan, Ahmet Öztürk, Ahmet Özyurt, Nurcan Şahin, Özlem Şahin, Asuman Sivri, Yasemin Sivri, Edibe Sulari İnci Türk û Kenan Yılmaz.