Di teqîna Kabûlê de ligel 25 kesan fermandarekî bilind ê Talîbanê jî hat kustin

03 November 2021 17:11 0 dîtin
Di teqîna Kabûlê de ligel 25 kesan fermandarekî bilind ê Talîbanê jî hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqînên doh 2yê Mijdarê yên li Kabûl a paytexta Afganistanê rû dane de, 25 kesan jiyana xwe ji dest dane ku fermandarekî payebilind ê Talîbanê jî di nav kuştiyan de ye.

Ajansa AFPê bi zimanê berpirsên Kabulê eşkere kiriye, di êrîşa doh a li nexwaşxaneya leşkerî ya Kabulê de fermandarê leşkerî yê Tevgera Talîbanê Hemdula Muxlis jî di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de ye.

Hemdula Muxlis endamê tora heqanî û hêzên taybet ê Bedr 313 yê Tevgera Talîbanê bûye. Ji dema Tevgera Talîbanê di roja 15ê Tebaxê de desthilata Afganîstanê dest danîye ser heta niha yekem berpirsê payebilind ê Talîbanê ye ku tê kuştin.

Reutersê jî bi zarê berpirsên Afganîstanê daye xuyakirin, di vê êrîşa bombeyê û çekdarî ya li ser nexwaşxaneya leşkerî de herî kêm 25 ke hatine kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Teqînên doh yên Kabûlê rêxistina terorîst DAIŞê girtibû ser xwe.