Dije Terora Iraqê: Li çiyayê Qereçûxê 6 çekdarên DAISê hatin kustin

01 December 2020 12:00 0 dîtin
Dije Terora Iraqê: Li çiyayê Qereçûxê 6 çekdarên DAISê hatin kustin

PeyamaKurd – Li çiyayê Qereçûxê ya girêdayî Mexmûrê, di encama operasyoneke leşkerî de, 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Dezgeha Dije Terora Iraqê, di operasyona roja Duşemê ya hêzên wan, piştî wergirtina zanyariyên îstixbaratî, li çiyayê Qereçûxê çekdarên DAIŞê di şkeftekê de hene, daxwaza destnîşankirina tevgera terorîstan hate kirin û pişt re hêzên wan êrîşî navçeyê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şer û pevçûn li gel 6 çekdarên DAIŞê hatiye kirin, û di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û 3 çekdarên din hewl dane birevin, lê ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine bombebarankirin û hemû hatine kuştin.

Herwiha, di operasyonê de tenê çekdarekî hêzên Dije Terorê bi sivikî birîndar bûye.