Li Çiyayê Qereçûxê hêzên Iraqê operasyonek li dar xistin: 13 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd – Li Çiyayê Qereçûxê hêzên Iraqê operasyonek li dar xistin û di encamê de 13 çekdarên rêxistina DAIŞê hatin kuştin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yeyha Resûl bi daxuyaniyekê eşkere kir, di çarçoveya rêze operasyonên li parêzgehên Kerkûk, Neynewa û Diyale, 13 çekdarên rêxistina DAIŞê di nav veşargehekê de li rêze çiyayên Qereçûxê yên li sînorê navçeya Mexmûrê hatin kuştin û çend veşargeh jî hatin wêrankirin.
Yehya Resûl da zanîn, êrîşa Çiyayê Qereçûxê bi piştevaniya hêzên esmanî û li ser zanyariyên îtîrafên çekdarên DAIŞê bû ku beriya niha ji aliyê dezgeha îstixbaratê ve hatibûn desteserkirin.
Herî dawî Resûl diyar kir, di operasyoneke din de jî li Çiyayê Hemrîn yê li Diyale û li gundê Ewaşre yê Geliyê Zixêtûnê yê li parêzgeha Kerkûkê jî çend veşargehên çekdarên DAIŞê hatin armanckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin