Dîplomatê Îranê: Em ê pêsniyara Yekîtiya Ewropayê qebûl bikin!

12 August 2022 21:18 0 dîtin
Dîplomatê Îranê: Em ê pêsniyara Yekîtiya Ewropayê qebûl bikin!

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, dîplomatekî îranî yê payebilind ragihandiye ku ew dê pêşniyarên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo gotûbêjên nukleerî hatine pêşkeşkirin qebûl bikin.

Dîplomatê ku navê wî nehatiye eşkere kirin herwiha gotiye, pêşniyarên ku YEyê ji bo lihevkirina ser Peymana Nukleerî ya ligel Amerîkayê pêşkeş kirine, niha di asta nirxandinê de ne û heger di mijarên ewlehî, îdiayên siyasî, dorpêç û garantiyan de soz bên dayîn ew ê wan qebûl bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, danûstandinên Vîyena yên vegera li Peymana Nukleerî ya 2015an li bajarê Vîyena yê Avusturyayê ji nû ve dest pê kirine ku nûnerên welatên Rûsya, çîn, Almanya, Fransa, Brîtanya û Îranê tê de beşdariyê dikin.

Di serdema seroktiya Donald Trump a Amerîkayê de, sala 2018an peymana ligel Îranê yekalî hatibû betalkirin û Washington jê vekişiyabû.

Lê belê li ser mijarê hevdîtinên nerasterast ên şandên Amerîka û Îranê li peytexta Qeterê Dohayê di 29ê Hezîranê de hatibûn kirin û ti encamek jê derneketibû.

Herwiha 4ê Tebaxê jî hevdîtinên Vîyenayê ji nû ve dest pê kiribûn ku hê jî dewam dikin.