"Divê Pêsmerge jî di ewlekariya herêmên Kurdistanî de cih bigire"
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gel cîgirê fermandarê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê civiya û di hevdîtinê de ragihand ku pêwîst e ewlehiya herêmên Kurdistanî bi hevahengiyeke hevbeş birêve biçe.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel cîgirê fermandarê hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Wolter Payet û şanda li gel civiya.
Di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên li herêmê û pêşxistina zêdetir a mekanîzmayeke hemahengiyê di navbera hêzên peyvendîdar de û herwaha li dijî gefa terorîzmê rawestan hatin guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî ragehand, nirx û giringiyek mezin a asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê heye û alîkariyên zêdetir bo hêzên Pêşmerge pêwîste ku rê li tevger û gefên terorîstan bigre. Herwaha amaje bi vê yekê jî kir ku pêwîste dosyeya ewlehiya herêmên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê, bi hemahengiya giştî ya aliyên peywendîdar ve birêve biçe.’’
Li hember vê jî cîgirê fermandarê hêzên hevpeyman ragihand, hemahengiya di navbera hêzên hevpeyman û Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û teqez kir, ku hêzên hevpeyman dê alîkarî, perwerde û piştevaniya hêzên Pêşmerge de berdewam bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin