‘Iraq nikare biparêze, divê Pêsmerge vegere navçeyên Kurdistanî’
PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên Kurdistanê Lîwa Qehreman Şêx Kemal, bal kişand ser serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û got, dibe ku di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de hevdîtin bên kirin, lewra pêwîste Pêşmerge vegere deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê.
Şêx Kemal gotinên Serok Barzanî yên “Em hêvî dikin ev kêşe ligel Bexdayê çareser bibe” bi bîr xist û diyar kir, “Pêwîste hêzên Pêşmerge vegerin deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Çimkû hêzên Iraqê nikarin wan biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin