Rojbeyanî: Divê Pêsmerge û artêsa Iraqê bi hev re herêmên Kurdistanî biparêzin
PeyamaKurd – Seroka Lîjneya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê Ciwan Yûnis Rojbeyanî li ser zêdebûna tevgera DAIŞê li Herêmên Kurdistanî axivî û diyar kir, divê hêza Pêşmerge vegere wan cihên xwe yên beriya 16ê Cotmehê jê vekişiyayaye. Ji ber ku artêşa Iraqê girîngiyê nade parastina wan herêmên Kurdistanî.
Ciwan Yûnis Rojbeyanî îro daye zanîn: ‘‘Êrîşên DAIŞê ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li Herêmên Kurdistanî berdewam dikin û roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçin. Pêwîst e hikûmeta navendê bi erka xwe rabe û wê rêkeftinê bi cî bîne û hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevre wan herêman biparêzin.’’
Herwiha Ciwan Rojbeyanî destnîşan kiriye, diyar e ku artêşa Iraqê bi tenê nikare bergiriyê li wan herêman bike û bi erka xwe rabe. Yan jî dikarin bêjin ku ew bi tene nikarin bergiriyê bikin û rabin rêkeftinê cîbicîbikin û artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hevre parêzgariyê li wan herêman bikin.
Di berdewamiyê jî de Ciwan Rojbeyanî eşkere kiriye: ‘‘Em weke Lîjneya Herêmên Kurdistanî agahdar in hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in, lêbelê divê hikûmeta federal a Iraqê jî hevkar be ji bo dawî li wan arîşeyan were û metirsî li ser xelkê herêmên Kurdistanî nemine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin