‘Divê xelk ji bo lêdana derziya korona bê teswîqkirin’

26 July 2021 15:32
‘Divê xelk ji bo lêdana derziya korona bê teswîqkirin’

PeyamaKurd – Rêveberiya giştî ya Tenduristiya Hewlêrê pêşniyarên rêveberiya giştî ya tenduristiya Hewlêrê ji bo lijneya bilind a koronayê eşkere kir û ragihand, “Divê xelk ji bo lêdana derziyê bê teşwîq kirin.”

Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihandiye: “Pêşineyara tundkirina tedbîran û girêdana maske em dikin herwiha divê xelk bê teşwîq kirin ku derzîya korona li xwe bidin.”

Dilovan Mihemed got: “Divê tenê rê ji wan geştiyaran re bê dayîn ku derzî li xwe dane.”

Hêjayî gotinê ye, di nav çend rojên dawî de hejmara pêketiyên korona bi awayekî metirsîdar zêde dibe ku li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê, di 24 demjimêrên borî de li herêma Kurdistanê 3 hezar û 559 pêketiyên nû vîrusa koronayê hatine tomar kirin û 13 kes jî pê mirine.