Dixwazin yasaya budçeya 2021ê bêyî lihevkirina Kurdan pesend bikin
PeyamaKurd – Projeya yasaya budçeya sala 2021ê ku danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê heta dema dawî jî berdewam dikirin, bêyî ti lihevkirineke bi Kurdan re û misogerkirina heqên Herêma Kurdistanê îro li Parlamentoya Iraqê diçe ber dengdanê.
Li gorî zanyariyên medya Iraqê dengdana li ser budçeya sala 2021ê îro li parlamentoya Iraqê tê kirin, lê hîn diyar nebûye ku bêyî beşdariya kurdan bê pesendkirin yan na.
Herçiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî ne ku bêyî lihevkirina ligel Kurdan biçe ber dengdanê jî hejmarek parlemantarên Iraqê dixwazin bêyî paşxistin proje yasaya budçeyê were pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin