Dr. Saman Berzincî hisyarî da: Di rojekê de 16 kesên din bi koronayê mirin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî hişyariyên bo xweparastina ji koronayê dan û ragihand, di nav 24 demjimêrêm borî de li Herêma 16 kesên din ji ber vîrusa koronayê can dane.
Dr. Saman Berzincî li bajarê Akrê di konferanseke rojnamevanî de li ser zêdebûna hejmara pêketiyan hişyar dan û eşkere kir, di 24 demjimêrêm borî de li Herêma 16 kesan bi Koronayê can dane.
Dr. Saman Berzincî got, di 24 demjimêrêm borî de herwiha 1045 haletên pêketina bi Koronayê jî hatine tomar kirin.
Berzincî diyar kir, "Ji vir ve, em ji welatiyên xwe re dibêjin, kesên ku nîşanên Koronayê li wan hene, bila testê bikin.”
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 126 hezar û 191 kesan, ya mirinan jî bû 3 hezar û 731 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin