Dr. Saman Berzincî: Rêjeya mirinên ji koronayê ji sedî 19 zêde bûye

24 October 2021 11:35 0 dîtin
Dr. Saman Berzincî: Rêjeya mirinên ji koronayê ji sedî 19 zêde bûye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li Herêma Kurdistanê rêjeya mirinên ji ber koronayê ji sedî 19 zêde bûye.

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir, ji ber vê yekê, derzîlêdan ji bo mamosteyan û karmendên ku di cihên girtî de kar dikin, bûye bi neçarî, lê deriyên dibistanan nayên girtin.

Berzincî got, di werzê Payîzê de serma zêde dibe, divê welatî xwe biparêzin û testa Koronayê bikin, ji ber ku nîşaneyên her du nexweşiyên şewbê û koronayê nêzîk in.

Wezîrê Tenduristiyê careke din daxwaz ji mamosteyan û karmendên ku di cihên girtî de kar dikin kir, derzîyên koronayê li xwe bidin û kesên di ser 18 saliyê jî derziyê li xwe bidin.

Hêjayî gotinê ye îro Yekşemê Komîteya Rûbirûbûna Koronayê jî dicive û çav li rê ye rêkarên nû bo pêşîgirtina belavbûna koronayê bên ragihandin.