Saman Berzincî: Eger û gumana zincîreya nû ya Koronayê li Kurdistanê heye

18 February 2021 12:00 0 dîtin
Saman Berzincî: Eger û gumana zincîreya nû ya Koronayê li Kurdistanê heye

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî diyar kir, eger û gumana zincîreya nû ya Koronayê li Herêma Kurdistanê heye. Nêzîktirîn biryar û rêkar kontrolkirina hatina geştiyarên parêzgarên din ê Iraqê, ji bo Herêma Kurdistanê ye.

Dr.Saman Berzincî do diyar kiriye:"Jimareya berketiyên Koronayê, li parêzgehên Iraqê zede dibe û rewşa tendirustiya li Herêma Kurdistanê ber bi xirabî diçe, heta radeyekê amarên berketiyan bilind bûye.’’

Herwiha Dr. Saman Berzincî got: ‘’Em nîgeran in ji ber bêtedbîriya xelkê, beramber xweparastina Koronayê û xelk xwe di warê xweparastinê de lawaziyê nişan didin. Xweparêzî girîngtirîn rêkar e û ji rêkarên giştî karîgertir e û bi tene hemwelatî dikarin wê tedbîrê bistînin.’’

Dr. Saman Berzincî eşkere dike û dibêje: ‘‘Eger û gumana zincîreya nû ya Korona li Herêma Kurdistanê heye û niha pêşîneya karên me tundkirina rêkarên xweparêziya giştî ye.’’