DSW: Gelheya cîhanê ji 8 milyar 73 milyonî bihurî

01 January 2024 17:21 0 dîtin
DSW: Gelheya cîhanê ji 8 milyar 73 milyonî bihurî

Peyama Kurd - Weqfa Gelheyê ya Cîhanê (DSW) ku navenda wê li Almanyayê ye ragihand ku gelheya cîhanê 66 milyon zêde bû û ji 8 milyar û 73 milyonî zêdetir bû.

Li gorî daneyên Weqfa Gelheyê ya Cîhanê sala borî gelheya cîhanê 66 mîlyon zêde bû. Bi vî awayî hejmara mirovên li ser rûyê erdê dijîn gihîşte 8 milyar û 73 milyon û 859 hezar û 407 kesan.

Di daxuyaniya Weqfa Gelheyê ya Cîhanê de hat diyarkirin ku gelheya cîhanê di sala 2023an de bi qasî 66 milyon kesî zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta serê sala 2024an li dinyayê 8 milyar û 73 milyon û 859 hezar û 407 kes dijîn.

Di daxuyaniyê de DSW'ê destnîşan kir ku her çend hejmara herî dawî ya ku heta niha hatiye piştrastkirin a herî zêde be jî, li cîhanê bi dehan sal e leza zêdebûna gelhe kêm dibe.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di navbera salên 1965 û 1970'î de leza zêdebûna gelheyê cîhanê derketiye asta herî bala lê belê, piştî vê pêvajoyê, leza zêdebûnê nêzîkî nîvî kêm bûye.

DSWê di daxuyanîya xwe de balê dikişîne ku hêdîbûna rêjeya zêdebûna gelheyê cîhanê ji ber wê yekê ye ku jin bi navînî kêm zarokan tînin dinyayê, lê belê DSW diyar dike ku meyla gelheyê ya Afrîkayê ber bi rêyek din ve bi pêş dikeve. Li gorî hesabên DSWê, tê payîn ku nifûsa Afrîkayê heya 2080yî du qat bibe û bibe 2 milyar û 500 milyon.

Hate diyarkirin ku zêdebûna gelheya Afrîkayê ji ber sedemên kêmasiya perwerdehiya zayendî, zehmetiya gihandina rêbazên kontrolkirina zayînê û nebûna wekheviya zayendî ye. Li gorî pisporan, ev nerênî gelek caran dibin sedem ku jin di temenê biçûk de bibin xwedî gelek zarok.

Gerînendeyê Giştî yê Weqfa Gelheyê ya Cîhanê Jan Kreutzberg balê dikêşîne ser wê yekê ku divê jin bi xwe biryara xwe bidin ka wê kengê û çend zarokan bînin dinyayê.