Heta 15ê Mijdara bê hejmara nisteciyên cîhanê wê bigihîje 8 milyar kesan

11 July 2022 11:05 0 dîtin
Heta 15ê Mijdara bê hejmara nisteciyên cîhanê wê bigihîje 8 milyar kesan

PeyamaKurd – Îdareya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Karûbarên Aborî û Civakî îro diyar kir, heta 15ê Mijdara bê, hejmara nişteciyên cîhanê wê bigihîje 8 milyar kesan û wê di hejmara nişteciyan de, Hindistan têkeve pêşiya Çînê.

Li gor Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi daxuyaniyekê da zanîn, hejmara nişteciyên cîhanê wê bigihîje 8 milyar kesan û got: “Ev jî tîne bîra me ku berpirsyariyeke me ya hevbeş heye, da ku em li gerstêrka xwe miqate bin û bînin bîra xwe ku em hîn jî weke pêwîst pabend nebûne.”

Herwiha Antonio Guterres eşkere kir: “Divê em rêzê li hev bigrin û hevbeşiyên xwe yên mirovahiyê qebûl bikin, ji ber vê pêşketina di warê tendirustiyê de ku rêjeya mirina dayîk û zarokan kêm bûye.”

Hat zanîn, li gor Îdareya Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Aborî û Civakî, hejmara nişteciyên cîhanê, li gor sala 1950, niha bi sistî zêde dibe. Hejmara nişteciyan di sala 2023yan de jî wê bigihîje 8.5 milyar kesan, di sala 2050 de dê bigihîje 9.7, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2080, ev hejmar dê bigihîje 10.4 û heta 2100 dê bi vî awayî bimîne.

Ajansa AFP jî diyar kiriye, Neteweyên Yekbûyî herwiha ragihandiye ku rêjeya zêdebûna nişteciyan li wan welatên ku weke pêşketî têne dîtin, kêm bûye. Herwiha hatiye pêşbînîkirin ku di çend deh salên bê de piraniya hejmara nişteciyan wê li van heşt welatan zêde bibe; Kongo, Misir, Etiyopya, Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Filîpîn û Tanzanya.