Du lîwayên hevbes ji hêzên Pêsmerge û artêsa Iraqê tên vekirin
PeyamaKurd - Piştî pêkanîna Odeya Hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, biryar e du lîwayên hevbeş ji wan hêzan bê pêkanîn bo parastina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Li gor nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge li fermandariya operasyonên hevbeş ên Iraqê Lîwa Ebdulxaliq Telet diyar kiriye: ‘‘Piştî hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, rêkeftin ji bo vekirina çar navendên hemahengiya hevbeş li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Mexmûr û Xaneqînê hate kirin, niha her du navendên Kerkûk û Xaneqînê hatin vekirin û tenê Mexmûr û Mûsil mane û ew navendane bi armanca rewşa ewlehiya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê tên vekirin.’’
Lîwa Ebdulxaliq Telet herwiha da zanîn: ‘‘Piştî vekirina wan navendên hemahengiyî û li hevtêgeheştina baş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, dê bi hev bawerbûn dê çêbibe. Ev yek jî bandoreke baş dê çêbike bo kêmkirina gefên DAIŞê û vegerandina ewlehî û asayîşê ji navçeyê re.’’
Herî dawî eşkere kir: ‘‘Piştî vekirina navendên hevbeş ên hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, biryar e du lîwa ji hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bên pêkanîn, ji bo parastina rewşa ewlehiya navçeyên Kurdistanî û encamdana operasyonên hevbeş e. Ew du lîwa jî, ji aliyê hêzên hevpeyman ve serpereştiya wan dê bê kirin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin