Dubare silavên Mîrê Kuwêtê gihand Serok Barzanî

20 June 2019 15:27 0 dîtin
Dubare silavên Mîrê Kuwêtê gihand Serok Barzanî

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro pênceşemê li Selaheddîn pêşwaziya Konsûlê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê Dr Omer Ehmed Elkenderî û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de Konsûlê Giştî yê Kuwêtê li Hewlêrê, silavên Mîrê Kuwêtê bi Serok Barzanî gihand û bal kişand ser wê yekê ku cenabê wan hêvî dikir ligel serdana Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike, lê belê derfet çênebû û bi telefon peywendiyê bi cenabê we re kir û me jî raspard carek din silav û rêzên rêzdar bi cenabê we bigihînîn.

Li gorî malpera fermî ya Serok Barzanî, her li vê civînê de tekez li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gel û dewleta Kuweytê kirin û şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi pêşketinên siyasiyên Herêma Kurdistanê ragihand û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêm û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan.