Konsulê Kuwêtê silavên Mîr gihand Serok Barzanî

29 January 2023 14:01 0 dîtin
Konsulê Kuwêtê silavên Mîr gihand Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 29yê Çile roja Yekşemê pêşwazî li Konsulê Kuwêtê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd kir.

Baregaha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Konsulê Kuwêtê li Hewlêrê silavên Mîr, gel û Hikûmeta Kuweytê gihandin Serok Barzanî, her wiha tekezî li ser dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir û aramî û vejîna Herêma Kurdistanê bi nimûneyî bi nav kir.

Serok Barzanî di civînê de, pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Kuweytê de bi dîrokî û kûr bi nav kir û ragihand, gelê Kurdistan û Kuwêtê hest bi wan êş û zehmetiyên dikin ku di encama hizra şovenîzmê de bi ser her du gelan hatiye sepandin.

Serok Barzanî destnîşan kir, ji bo biratî û aramiya navçeyê divê dawî li hizra şovenîzm, dagîrkerî û xwesepandinê li navçeya me were.

Herwiha rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Konsulê Kuwêtê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd bû.