Durziyên li Siwêdayê meclisa xwe ya leskerî ragihandin

24 February 2025 15:58 0 dîtin
Durziyên li Siwêdayê meclisa xwe ya leskerî ragihandin

PeyamaKurd – Durziyên li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, îro avakirina Meclisa Leşkerî ya Suweydayê ragihandin ku ji efser, serbaz, û çekdarên Durzî yên xwecihî pêk tê.

Tariq El-Şûfî, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, got ku hewildanên avakirina meclisê bi destpêkirina tevgera aştiyane ya Siwêdayê dest pê kir.

Meclisa Leşkerî ya Durziyan ji aliyê hinek efserên ji artêşa Esed veqetiyayî û leşkerên teqawidbûyî ve bi armanca koordînekirina xebatên leşkerî yên herêmê ve hatiye avakirin.

El-Şûfî tekez kir ku meclis bi hevahengiyê li gel pêkhateyên xwecihî yên cuda kar dike ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya qanûnî bi nêrîneke nû ku dê cuda be ji artêşa Sûriyeyê ya niha ku serkêşiya wê HTŞ dike.