DYAyê hêz û çek arasteyî Rojava kir
Peyamakurd - Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), piştî zêdebûna êrîşên komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê yên li diji baregehên wê yên li Rojavayê Kurdistanê, bo hêzên xwe yên li Hesekê û Dêrezorê hêzên din li gel çek û amûrên pêwîst araste kir.
Jêderên herêmî ragihandin ku ev hêz û amûrên pêwîst ên leşkerî yên Artêşa DYAyê, ji Herêma Kurdistanê derbazî Rojava bûye.
Jêderan ragihandin ku arastekirina hêz û amûrên leşkerî dû rojin didome û karwanên tirêleyên artêşê ji Deriyê Sînor ê El Welîdê arasteyî Hesekê û Dêrezorê dibin.
Di ragihandinan de hate gotin ku karwana ku nêzîkî ji 15 tirêleyan pêk tê gihiştine baregehên hêzên DYA yên li Hesekê û Dêrezorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin