Hevpeymaniyê dîsa çek û teqemenî arasteyî Rojava kir
PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, karwaneke ji 25 barhilgiran pêk tê çek û kelûpelên nû yên leşkerî arasteyî Rojavayê Kurdistanê kirin.
Hate ragihandin ku ev karvan ji bo baregeha leşkerî ya hevpeymaniyê ya bajarê Hesekê hatine arastekirin.
Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hevpeymaniyê bi 25 barhilgiran, çek û teqemenî û pêdawîstiyên lojîstîk gihandiye baregeha xwe ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê.
SOHRê ragihand ku di karwanê de barhilgirên sûtemeniyê, sindoqên girtî û madeyên lojîstîk ku bi rêya Deriyê Sînor ê El-Welîdê ji aliyê Herêma Kurdistanê, derbasî Cizîra Rojavayê Kurdistanê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin