Salih Muslîm: DYAyê ji bo Tirkiye provoke neke got "Li Rojava mercên hilbijartinê tune ne"
PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di derbarê helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya di derbarê hilbijartinên ku wê li Rojavayê Kurdistanê bêne lidarxistin de nirxandinan kir.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Vedant Patel di derbarê hilbijartinên Rojava de gotibû ku “Li gor biryara jimare 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), her hilbijartinek divê azad û zelal be û em difikirin ku ji bo lidarxistina hilbijartineke bi vî rengî li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şert û mercên guncaw tune ne.
“Daxuyaniya DYA daxuyaniyeke dîplomatîk e”
Hevserokê PYDê Salih Muslîm vê daxuyaniya Wezareta Derve ya DYA bi bertekên Tirkiyeyê ve girê da û got: “Dibe ku piştî bertekên Tirkiyeyê daxuyaniyeke wiha dabin. Daxuyaniyek dîplomatîk e û armanca wê ew e ku Tirkiye provoke nebe, lê belê Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî li gorî şert û mercên xwe biryara pêkanîna hilbijartinan daye.”
Salih Muslîm angaşt ku DYA bi vê daxuyaniyê balê dikêşîne ser çareseriya siyasî û dom kir:
“Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî biryara jimare 2254an a KENYyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfetên goncav tune ne. Bi destnîşankirina biryara jimare 2254 balê dikêşin ser çareseriya siyasî. Çima daxuyanîyek wisa dan? Ji ber ku di rojeva dewleta Tirk de bû û bûyer birin cihên cuda.”
Salih Muslim destnîşan kir ku wê hilbijartin di rewşeke zelal de pêk bên.
"Hilbijartineke bi vî rengî cara yekem e"
Mûslim di dawiya axaftina xwe de got, “Ji ber ku di karên xizmetê de heta niha hin şaşî çêbûne, ji bo xebatên xizmetê bêtir bêne xurtkirin wê hilbijartin bêne kirin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke demokratîk ku gelên li herêmê dijîn beşdarî wê bibin. Pêwendiya hilbijartinên ku wê bêne kirin bi tu kesî re tune ye û ne rast e ku ji bo helwestên derve paşve gav bihê avêtin. Hêzên ku demokrasiyê hembêz nakin; Bi taybet dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê naxwazin gel bi vîna xwe xizmethênerên xwe hilbijêre, xwe bi rêve bibe û xebatên xwe yên xizmetguzariyê xurt bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev cara yekem e ku hilbijartineke bi vî rengî tê lidarxistin. Ji ber vê yekê hin nerehetî çêdibin.”
Hilbijartinên Rojava
Weke tê zanîn Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê biryar dabû ku di 11ê Pûşperê de, wê bi beşdariya 30 partiyên siyasî hilbijartinên herêmî pêk bên.
Hilbijêrên Rojava wê li 7 kantonan biçin ser sindoqan. Li 6 bajarên mezin, 40 bajarok û 105 bajarokên Kantona Cizîrê, Kantona Dêrezorê, Kantona Reqayê, Kantona Firatê, Kantona Minbicê, Kantona Efrîn-Şehba û Kantona Tebqayê wê sindoq bên danîn. Bi giştî 30 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinan dibin.
Rêveberiya Xweser ragihand ku li Rojava zêdetirî 3 milyon hilbijêr hene û daxwaz kir ku hemû hilbijêr, di 11ê Pûşperê de biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin