Ebdulmehdî û Pompeo bi rêya telefonî axivîn

07 October 2019 11:50 0 dîtin
Ebdulmehdî û Pompeo bi rêya telefonî axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rêya telefnê axivîn.

Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Iraqê îro Duşemê (07.10.2019) Adil Ebdulmehdî û wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peyvendiyekî telefonî pêkanîn û rewşa ewlehî û wegera jiyana asayî û rewşa asayî û paketa çaksaziya hikûmetê guftûgo kirine.

Herwiha hat aşkera kirin ku Pompeo peyvendî bi Ebdulmehdî re pêkaniye û serokwezîrê Iraqê guhertinên herî nû yên Iraqê di wê guftûgoyê de rawe kiriye.

Herwiha wezîrê derve yê Amerîkayê baweriya xwe bo Ebdulmehdî û bo hêzên Iraqê aniye ziman û diyar kiriye ku Amerîka piştevanê Iraqê ye û hewldanên hikûmeta Iraqê yên ji bo seqamgirî û asayîşê jî piştevaniyê lê dike.

Çend roje li Iraqê xwepêşandanên tund birêve diçin û ji ber wê jî heta naha zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 6 hezar kesan jî birîndar bûne.