Pompeo û Ebdulmehdî peywendiyeke telefonî encam dan

28 January 2020 10:37 0 dîtin
Pompeo û Ebdulmehdî peywendiyeke telefonî encam dan

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser ragêşiya li herêmê peywendiyeke telefonî encam dan.

Ofîsa Serokwezîrîyê ya Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku Ebdulmehdî di axaftina bi Pompeo re, êrîşa bi moşekan ya dijî Balyozxaneya America ya li Bexda şermezar kiriye.

Li gor daxuyanîyê, Ebdulmehdî bi berdewamî ji Pompeo re daye zanîn ku divê hemî alî ji serxwebûna Îraqê re rêz bigirin.

Rayedarên Îraqê dîyar kiribûn ku bi ser Herêma Kesk de, ku Balyozxaneya Amerîka jî li wir e, 5 moşek hatine avêtin û di encama wan êrîşan de bi kêmanî ve 3 kes birîndar bûne.

Dîplomatên Amerîkî piştî êrîşa moşekan hêj tu daxuyanî nedane.