Esed û Pûtîn peywendiyeke telefonî encam dan: Rêkeftina Îdlibê gelekî erênî ye

07 March 2020 17:19 0 dîtin
Esed û Pûtîn peywendiyeke telefonî encam dan: Rêkeftina Îdlibê gelekî erênî ye

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn bi Serokê rejîma Sûriyê Esed re peywendiyeke telefonî danî. Di wê peywendiya telefonî de Pûtîn derbarê Rêkeftina Îdlibê de Esed agahdar kir.

Esed diyar kir, “Eger Tirkiyê pabendî xalên rêkeftinê bimîne dê bandorên wê yên erênî çêbin.

Li gorî nûçeyên Koşka Kremlînê û Ajansa Dewletê ya Sûriyê (SANA) Pûtîn û Esed peywendiyeke telefonî danîne.

Di wê peywendiya telefonî de Pûtîn derbarê Rêkeftina Îdlibê ji Esed re got, dema xalên rêkeftina Îdlibê têkevin meriyetê dê li herêmê ragêşî kêm bibe û teqez kir, “Eger Tirkiyê pabendî xalên rêkeftinê bimîne dê bandorên wê yên erênî çêbin.”

Esed jî ji Pûtin re got, ew rêkeftin beşek e ji hewildanên dabînkirin yêkrêziya xaka Sûriyê û teqez kir ku rêkeftina li Moskowayê ji bo despêkirina atmosfereke siyasî ya guncaw re dê bibe destpêkek.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Putin, li Moskowayê civiyabûn û civîna de herdu alî gihiştibûne rêkeftinekê.Li gorî wê rêkeftinê, agirbest hatibû ragihandin û  biryar hatibû dayîn ku tevahiya tevgerên leşkerî bên rawestandin. Li ser rêya M4ê wê dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê bigerin û li başûr û bakûrê M4ê wê bi kurahiya 6 kîlometreyan korîdoreke ava bikin. Wê temamê komên  terorîst ji holê bên rakirin. Komên terorîst ew komê in ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî terorîstî tên naskirin.