Lavrov û Guterres peywendiyeke telefonî encam dan
PeyamaKurd – Sergery Lavrov û Antonio Guterres peywendiyeke telefonî encam dan û li ser rewşa dawî ya kendavê hevdîtina sêqolî ya li Enqerê axivîn.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergery Lavrov û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Sekreteri Antonio Guterres peywendiyeke telefonî encam dan û li ser rewşa dawî ya kendavê hevdîtina sêqolî ya li Enqerê axivîn.
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da, “Mijarên aktuel ên li NYyê hatin nirxandin. Bi taybetî li ser civîna sêqolî ya li Enqerê û rewşa dawî ya kendavê hatin gotûbêjkirin. Herwiha li ser çawaniya çareseriya pirsa Sûriyê gotubêj hatin kirin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo civîna Asatanayê ya Sêqolî li Enqerê civiyabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin