Kazimî û Pompeo bi rêya telefonî axivîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peywendiyekî telefonî encam dan û li ser çendîn mijarên ku herdu aliyan eleqedar dikin gotubêj kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand, ku Mistefa Kazimî û Mike Pompeo behsa alîkariyên aborî, siyasî û ewlekariyê yên di navbera herdu welatan de kirine, û tekezî li ser kêmkirina bandora wan mijaran jî kirine.
Di wê daxuyaniyê de hatiye, ku Kazimî û Pompeo gotûbêj li ser amadekariyên avakirina diyalogeke stratejîk ya di navbera Bexdayê û Waşintonê de jî kirine, ku biryare meha bê, destpê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin