Efrin | 3 welatiyên Kurd hatin revandin û dest danîn ser xaniyên wan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li herêma Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 3 welatiyên Kurd hatin revandin û dest danîn ser xaniyên wan.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî dewryeyeke hevbeş a Tirk û Polîsê Leşkerî welatiyê bi navê Heysem Mihemed Cafer (32) ji pêşiya mala wî ya li nêzî Dibistana Salih El Elî ya taxa Eşrefiye ya Efrînê revandiye, dest danîne ser xaniyê wî û malbat jê derxistine. Heysem Cafer ji gundê Gazê yê Efrînê ye û li taxa Sîna (Pîşeyî) erebeyan tamîr dike.
Çekdarên Sultan Suleyman Şah jî welatiyê bi navê Ebdo Reşîd Hemo ji pêşiya mala wî ya navçeya Mabetayê revandine û ji bo wî serbest berdin, 5 hezar dolar fîdye dixwazin. Hatiye diyarkirin ku Ebdo Hemo beriya niha jî ji bo ku di mala xwe de bimîne, 2 hezar dolar dabû.
Dîsa li navçeya Cindirêsê jî çekdaran welatiyê bi navê Mihemed Mihemed Hebeş (40) û dayîka wî Emîne ku xelkê gundê Bablîtê ne, revandine.
Herwiha çekdarekî Firqeya El Hemzat jî bombeyek li mala welatiyê bi navê Mihemed Hisên Şimbel a li taxa Eşrefiye bi cih kiriye daku li şûna wan malbateke çekdaran a ji Xûtayê di xaniyê wan de bicih bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin