Efrîn | Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kesên sivîl revandin

04 August 2021 11:01 0 dîtin
Efrîn | Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kesên sivîl revandin

PeyamaKurd – Li herêma Efrînê, çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, 3 kesên sivîl revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova  diyar kir, koma Polîsê Leşkerî bavek û kurê wî ji gundê Şorbe yê li navçeya Mabet revandin, bêyî ku sedema revandina wan were zanîn.

Rewangehê da zanîn, koma Polîsê Leşkerî roja 28ê Tîrmeha borî Serokê Odeya Çandiniyê ya Encûmena Xwecihî ya Raco ji mala wî ya gundê Kûra revandin û heta niha tometa wî jî nayê zanîn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve û li gor amarên çalakvanan, ji 7 hezaran zêdetir Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.