Çekdarên bi ser Tirkiyê ve 7 sivîl li navçeya Mabata ya Efrînê revandin
PeyamaKurd - Li navçeya Mabata ya Efrînê 7 sivîl ji aliyê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin revandin.
Afrînpostê ragihandiye ku doh li navçeya Mabata, bi ser gundê Şorbe de girt û 4 sivîl revandin.
Hat zanîn ku navê kesên hatine revandin; Hisên Memo, Rêber Cefer, Syamend Cefe û Elî Umer in.
Herwiha 25ê Çileyê jî li Efrînê çekdaran ciwanê temen biçûk yê bi navê Izet Ehmed ê 17 salî ji gundê Mîrkan ê Mabatayê revandiye û heman rojê apê wî ciwanî yê bi navê Nûredîn Ehmed yê 51 salî jî hatiye revandin.
Li gorî Malperê sedema grtina wan nehatiye zanîn û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Malpera Afrînpostê daye zanîn ku hefteyek berê jî li ser bendeke kontrolê li Efrînê, çekdaran kesê bi navê Seîd Behrî Şêx Menan yê 25 salî ji gundê Şêxûtika ya Mabatayê revandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin