Efserê Polîsê Amerîkî ku di êrîsa alîgirên Trump de birîndar bûbû mir

08 January 2021 16:16 0 dîtin
Efserê Polîsê Amerîkî ku di êrîsa alîgirên Trump de birîndar bûbû mir

PeyamaKurd – Polîsê Amerîkayê yê du roj berê di aloziya alîgirên Trump de, li ber avahiya senatoya Amerîkayê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Polîsê Amerîkayê ragihandiye ku efserê bi navê Brian Siknick hatiye kuştin û hejmara kuştiyên êrîşa alîgirên Donald Trump a ser avahiya Capitol a Washingtonê gihîştiye 5 kesan.

Polîsê Amerîkî bi daxuyaniyekê daye xuyakirin ku Brian Siknick di şerê xwepêşandêran de birîndar bûbû û êvara Pêncşemê jî jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, ji êrîşa ser avahiya kongreyê Trump berpirsiyar girt û êrîşkarên alîgirên wî jî wekî terorîstên xwemalî pênase kir ku xwest bên cezakirin.