Elî Teter 2 rojan sîna gistî ji bo qurbaniyên teqîna Duhokê ragihand
PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Elî Teter 2 rojan şîna giştî ji bo qurbaniyên teqîna Duhokê ragihand.
Li gor zanyariyan, şeva borî li Duhokê di encama teqîna tankeke gazê de 5 kesan can dan û 42 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Duhokê jî ji bo 2 rojan şîna giştî li wê parêzgehê ragihand.
Herwiha Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferanseke rojnamavanî de da zanîn, di bûyerê de 5 kesan can dan û 42 kes jî birîndar bûn, rewşa du birîndaran giran e.
Elî Tatar eşkere kir, Serok Barzanî pêwendî bi wan re kiriye û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û nekarî beşdar bibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva borî heta sibehê li ser xetê bû û li rewş û tenduristiya birîndaran pirsî û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin