Li Yûnanistanê 3 roj sîna gistî hat ragihandin
PeyamaKurd – Hikûmeta Yûnanistanê ji ber qezaya trênê ya herî mezin a dîroka xwe, 3 roj şîna netewî ragihand.
Li bakurê bajarê Larisa yê herêma Tempî trêneke rêwiyan û trêna bar li hev qelibîn û di encamê de, li gorî amarên dawî herî kêm 36 kesan can da, 25ê wan bi giranî 85 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku piraniya rêwiyên trênê xwendekarên zanîngehê yên ji betlaneyê vedigeriyan bûn.

Hikûmeta Yûnanistanê piştî vê qezaya mezin 3 rojan şîna giştî ragihand. Li gorî şînê wê hemû alên Yûnan heta nîvî bên daxistin û hemû bernameyên şahiyan jî li seranserê welat hatin betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin