Li Hewlêrê 3 rojan sîna gistî hat ragihandin
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ji ber wefata parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî 3 rojan şîna giştî hat ragihandin.
Encumena parêzgeha Hewlêrê îro 18ê Mijdarê li ser koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî civîneke taybet li dar xist.
Serokê encumenê Elî Reşîd piştî civînê ragihand, wan biryar daye sê rojan şîna giştî li parêzgeha Hewlêrê were ragihandin.
Li gorî biryarê, ji sibê 19 Mijdarê Alaya Kurdistanê li ser saziyên fermî heta nivî tê daxistin û şîna giştî ya heta 3 rojan dest pê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin