Li Koreya Basûr sîna gistî hat ragihandin
PeyamaKurd - Piştî îzdihama merasîma Halloween (Cejna Pîrebokan) ku li paytexta Koreya Başûr Seûlê rû da û herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest da, li seranserê welat şîna giştî hat ragihandin.
Ajansa Yonhap a Koreya Başûr li ser amarên dawî yên qurbaniyan ragihand ku di encama îzdihama ahenga Halloween a şeva borî de, hejmara miriyan gihîştiye 151 kesan, 19 ji wan bi giranî 82 kes jî birîndar bûne.
Rayedaran daye xuyakirin ku piraniya kesên can dane temenê wan li dor 20 saliyê bûne û 97 jin û 54 zilaman can daye.
Herwiha hatiye eşkere kirin ku di nav miriyan de, 19 welatiyên biyanî hene û ji bo 355 kesan jî bangeşeya windabûnê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin