Sîna gistî li Silêmaniyê hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgarê Silêmaniyê ji bo teqîna sîstema gazê ya mala welatiyekî li taxa Kawîze ya bajarê Silêmaniyê ku di encama wê de 10 kesan can dan û 13 kes jî birîndar bûn, şîna giştî ragihand.
Li gor Parêzgarê Silêmaniyê bi daxuyaniyekê de diyar kir: “Em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Em xemgîniya xwe ji ber karesata li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê tînin ziman, em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”
Şeva 17ê Mijdarê sîstema gazê ya mala welatiyekî li taxa Kawîze ya bajarê Silêmaniyê teqiya û li gor zanyariyan, di encama teqîna sîstema gaza malekê de xaniyê welatiyekî li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 10 kesan can dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin