Erdogan sîna netewî ya ji bo 7 rojan ragihand

07 February 2023 00:47 0 dîtin
Erdogan sîna netewî ya ji bo 7 rojan ragihand

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku dewletê ji bo 7 rojan şîna netewî ragihandiye. Ragihandin bi sedema erdheja mezin ya li bajarê Maraşê hat ragihandin ku gelek kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wê hê jî bidin. Erdoğan weha got:

“Bi sedema di 6 ê sibatê de li welatê me erdhej çêbûn, ji bo 7 rojan şîna netewî hat ragihandin. Li seranserê welat û nûnertiyên me yên derveyê welat heya roja 12 ê sibatê heya roj here ava, wê ala me daxînin heya nîvî.”