"Em destûrê nadin dewleteke Filistînê ava bibe"
PeyamaKurd – Du wezîrên Îsraîlî diyar kirin ku wê Tel Avîv "tu carî destûrê nede dewleteke Filistînê were avakirin."
Serokê Amerîkayê Joe Biden got, Îsraîl ji ber bombebaranên bêserûber ên li Xezzeyê desteka cîhanê wenda kiriye û divê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo çareseriyeke demdirêj hikûmeta xwe biguhere.
Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlê Shlomo Karhi di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de wiha got: “Di qonaxa herî dijwar a ku Îsraîl tê re derbas dibe de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden bi hemû hêza xwe kar kir, wan rêz li vê yekê digirt û ev dostaniyek rast e.”
Wezîr Karhi got, "Lê em li vir dijîn û ev der welatê me ye. Mîrateya dîrokî ya bav û kalên me. Li vir dewleteke Filistînê namîne. Em ê tu carî destûrê nedin ku di navbera Çemê Urdunê û behrê de dewleteke din bê avakirin."
Shlomo Karhi bal kişand ser peymana ku di sala 1993an de di navbera İsraile ü Filistîne de di bin banê Amerîkayê de hat imzekirin û got, "Em tu caran venegerin Osloye."
Wezîr Gideon Sa'ar li ser daxuyaniya Biden a li ser pêwîstiya guherandina hikûmeta awarte ya Îsraîlê ya piştî şer hat avakirin nirxand û got: "Hikûmeta heyî tenê hukûmeta gengaz e."
Sa'ar ê ku daxuyaniyên wî di rojnameya Yedîot Ahronot a Îsraîlê de cih girt diyar kir, "Êdî biryarên baş nînin, biryarên pêwîst in" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dema şer de parastina rewşa awarte girîng e."
Sa'ar got, hilweşandina hikûmetê wê “wêrekiyê bide Hamas, Hizbullah û Îranê."
Sa'ar di nirxandina "li ser rewşa piştî şer" de ev nêrîn parve kirin:
"Em ê dewleteke terorîst a Filistînê qebûl nekin, ne li Şerîeya Rojava û ne jî li Xezzeyê. Em qebûl nakin ku li wir berpirsiyariya ewlehiyê berdin. Em qebûl nakin zirarê bidin wargehên li Şerîeya Rojava."
Li aliyê din Serokê Partiya Karker Merav Mîkaîlî ku bi dijberiya xwe ya li dijî Netanyahu tê naskirin, bal kişand ser nakokiyên Amerîkayê yên li ser şerê li Xezzeyê.
Mîkaîlî di daxuyaniyên xwe yên li ser hesabê xwe yê Xê de da zanîn, "Divê were fêmkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin serokatiya Biden de bû ku bombeyên ku me ji bo bombebarankirina Xezzeyê bi kar anîn pêşkêşî me kir û ew hêza vetoyê ya di Neteweyên Yekbûyî de ye ku destûrê dide me em li wir şer bidomînin. Biden îro bi zelalî û eşkere dibêje, divê Îsraîl dewleta Filistînê nas bike. “Ez nahêlim ku Îsraîl xeletiya Osloyê dubare bike.”
Mîkaîlî anî ziman ku Netanyahu piştî şer ne xwedî çareseriyekê ye û got, kiryarên wî tenê ewlehiya Îsraîlê dixe metirsiyê. Tenê çareseriya siyasî dikare ewlekarî û aştiya Îsraîlê misoger bike û ji ber vê yekê divê ev hikûmet demildest dûr bikeve."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin