Emirê Qatarê Al Sanî seredana Fransayê kir
PeyamaKurd – Emirê Qatarê ji sala 2013an heya niha cara yekem çû Fransayê û bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir. Al Sanî bi Macron re li koşka Elysee ya Parîsê hatin cem hev. Dîwana emareta Qatarê di mijarê de weha ragihand:
“Di hevdîtinê de Macron û Al Sanî behsa têkiliyên navbera her dû dewletan, dê di seha siyaset, ewlehî, aborî, veberhênan, teknolojî, tenduristî û perwerdê de çawa pêşde bibin, li ser peydakirina rêyên wan axifîn.
Di hevdîtinê de her weha li ser arîşeya Xezzayê, doza Fîlîstînê û rewşa Rojhilata Navîn axifîn.”
Li aliyê dinê serokatiya Fransayê ragihand ku her dû dewlet qebûl kirine ku ji sala 2024 heya sala 2030yan ji bo start-up an û fonên veberhênanê wê 10 mîlyar dolar pere serf bikin û di sehayan de hevkariyê bikin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku veberhênan wê di berjewendiyên her dû welatan de be, di hedefa wan de vegerandina enerjiyê, hewagerî, zeka çêkirî, dîjîtal, tenduristî, rawestandin û çand heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin