Encumena Wezîran bo proje budçeya sala 2021ê dicive

07 January 2021 11:30 0 dîtin
Encumena Wezîran bo proje budçeya sala 2021ê dicive

PeyamaKurd – Ji bo proje budçeya sala 2021ê gotûbêj bike, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive.

Biryar e îro Encûmena Wezîrana a Herêma Kurdistanê bicive û li gor zanyariyan, wê proje budçeya sala 2021ê ya Herêma Kurdistanê were gotûbêjkirin.

Hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê, wê proje budçeya sala 2021ê gotûbêj bike û ji Parlamentoyê re bişîne.

Ji sala 2014an heta niha, proje budçe ji bo Parlamentoyê nehatiye şandin û biryar e piştî 7 salan careke din proje budçe ji bo Parlamentoyê bê şandin.