Encumena Wezîran îro derbarê pirsa mûçe û budçeya sala 2021ê dicive

02 December 2020 12:01 0 dîtin
Encumena Wezîran îro derbarê pirsa mûçe û budçeya sala 2021ê dicive

PeyamaKurd – Bo pirsa mûçe û budçeya sala 2021ê guftûgo bikin, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî ya heftan îro li dar dixe.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çarşema her heftê pirsên herî giring guftûgo dike, biryar û erkdariyên pêwîst bo çareseriya pirsgirêkan derdixe.

Li gor Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed di derbarê mijarên civînê de daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: ‘‘Yek ji xalên civîna roja çarşemê (02.12.2020ê) pirsa mûçe ye, ya din jî budceya sala 2021ê ya Iraqê ye. Herwiha 14 milyar dînar li ser zêdetirî 140 hezar malbatên kêm deramet tê dabeş kirin, wek hewldanek bo alîkariya wan malbatên kêmderamet bo tedbîrên xwe parastina ji şewba korona derfetên kar ji dest wan çûne, yan jî çavkaniyên dahata wan ziyan dîtine.’’