Encûmena Wezîran îro yekem civîna xwe li dar dixe û plana xwe ya destpkê pêskês dike
PeyamaKurd - Civata wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê (15.07.2019) yekemîn civîna xwe ya fermî li dar dixe û wezîreka kabîneyê jî da xuyakirin, wezîr dê bêne erkdarkirin ku plana karê xwe yê 4 salên bê amade bikin û pêşkêşî serokwezîr bikin.
DI CIVÎNÊ DE WEZÎR PLANA XWE PÊŞKÊŞ DIKIN
Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî ragihand, roja duşemiyê civata wezîran yekemîn civîna xwe ya asayî encam dide û got: “Di civîna sibê de her wezîrek plana destpêkê ya karê xwe pêşkêş dike.”
یهكهم كۆبوونهوهی فهرمی ئهنجوومهنی وهزیران، به سهرۆكایهتی #مهسرور_بارزانی سهرۆكی حكوومهتی ههرێمی كوردستان. pic.twitter.com/2vov1vzh5K
— hazhar Ghazi (@viphazhar) 15 Temmuz 2019
Wezîra Çandiniyê ew yek jî eşkere kir ku di civîna civata wezîran de, wezîr dê bêne raspartin bo danîna planeke stratejîk bo 4 salên bê û da xuyakirin, her wezîrekê 30 roj hene bo nivîsîna vê plana stratejîk ku bo 4 salan kar li ser bike.
Roja 10ê Tîrmeha 2019an, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji parlamentoyê bawerî wergirtibû û bi fermî dest bi kar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin