Endamê Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê: Me li ser tistekî jî li hev nekiriye

27 October 2021 12:30 0 dîtin
Endamê Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê: Me li ser tistekî jî li hev nekiriye

PeyamaKurd – Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li ser Sûriyê dicive û ev yekemîn civîna NY ye piştî bidawîhatina bê encam a gera şeşemîn a danûstandinên Cinêvê di navbera aliyên nakok ên Sûriyê de ji bo nivîsandina destûreke nû. Endamê Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê Kamîran Haco di derbarê wê de diyar dike:  “Me li ser tiştekî jî li hev nekiriye.”

Biryar e ji xeynî 15 endamên encûmenê, Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gier Pederson, Rêkxerê Mirovî yê NY û herwiha nûnerên Tirkiyê û Îranê jî beşdar bibin û di civînê de ji xeynî gotûbêjkirina pêşhatên siyasî û serbazî, wê qala encamên civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê, rewşa mirovî û eger heye qala egera operasyoneke din a Tirkiyê li Sûriyê jî bê kirin.

Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen, îro bi awayekî bêhêvî, gilî û gazinên xwe ji encamên gera şeşem a Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê li ber civîna Enbcûmena Asayişê ya Navdewletî datîne, ku îro Çarşemê 27ê Cotmehê derbarê Sûriyê tê lidarxistin û Pedersen tê de qala şikestina civînên wê gerê dike.

Geir Pedersen li ser civînên gera şeşem a danûstandinên Cinêvê de eşkere kiriye: “Bi nerîna min, di cihê xwe de ye ku bibêjim, bêhêviyeke mezin ji gotûbêjan hebû. Civîna me hebû, lê ti hevtêgihiştin li ser xalên hevbeş li wê civînê nehatin berhemanîn. Min jî ji 45 endaman re got, ev yek bêhêvîkar bû.”

Aliyên beşdar di civînên gera şeşem de, bi taybet aliyê opozisyonê, bi heman bêhêvîtiyê derketin, wiha jî şanda hikûmeta Sûriyê bi rêgirîkar li ber hevtêgihiştinan binav dikin.

Endamê Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê Kamîran Haco ji Rûdawê re daye zanîn: “Me tiştek wisa pêşkêş dikir ku em bihêlin ew jî bi rastî ne nakok bin li ser, yanî ew mijar renge di 2012an de hatibe, di 1950 de hatibe, di 1973an de hebe, ew mijarê natural ku her kes dikare li ser wan li hev bike. Lê wana dikişande ser mijarên germ, ew meseleya siyasî û rewşa ku Sûriye niha tê de ye, ew ambargoya li ser Sûriyê, em ê çawa destûrek nû binivîsin di rewşeke wiha de, ji aliyê wan ve dikişandin aliyekî din, ew bû mijara ku me didît ne cihê wê ye, lê wana bi rengekî din germ dikir. Tiştek nebûye û li ser tiştekî me li hev du nekiriye. Heta hin tiştên wan bi xwe jî nivîsandibûn, me li wan vegerandin, tiştên girêdayî serweriya dewletê û qebûl nekirin danûstandinê jî li ser bikin.”

Şandiyê Navdewletî ji bo Sûriyê, berê xwe dide Encûmena Asayişê ku hevdem ligel gotûbêjkirina rewşa siyasî, ewlehî û mirovî li Sûriyê, encamên gera şeşem a Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê û nîgeraniyên Tirkiyê ji Sûriyê û egera operasyoneke din a leşkerî ya Tirkiyê li dijî navçeyên bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bike.

Êdî çav jî li encamên civîna Encûmena Asayişê dimînin, ka wê ji bo Sûriyê çi biryaran bide.