ENKS û heyeta Amerîkî civiyan: Amerîka pistgiriyê dide yekrêziya bi HSDê re

13 February 2020 00:11
ENKS û heyeta Amerîkî civiyan: Amerîka pistgiriyê dide yekrêziya bi HSDê re

PeyamaKurd – Serkirdeyê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso ragihand ku ew li Rojavayê Kurdistanê bi şandeke Amerîkî re civiyane û şanda Amerîkî pêngavên ENKSê yên vekirina ofîsan bi girîngî daye zanîn û piştevaniya xwe li wan kiriye.

Şanda Amerîka ya ji Nûnerê Amerîka ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Wîlyam Robak û Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka Zehra Bêlî pêk dihat, roja 10ê Sibatê li bajarê Hesekê bi berpirsên ENKSê re civiya.

Yek ji serkirdeyên ENKSê Silêman Oso derbarê wê civînê ji malpera KDP.info re gotiye: “Me gelek mijar bi şanda Amerîkî re gotûbêj kirin û şanda Amerîkî helwesta xwe nîşan da û got ku ew piştgîriyê li yekrêziya di navbera ENKS û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) de dikin.”

Oso diyar kir: “Şanda Amerîka piştevanî li pêngava ENKSê ya vekirina ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê kir û ew yek wek pêngaveke baş binav kir, ew jî ji bo yekîtiya Kurdan.”

Serkirdeyê ENKSê herwiha da zanîn ku wan daxwaz ji Amerîka kir ku zêdetir guvaşê bike da ku koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî û Efrînê vegerin ser malên xwe.