ENKS: Me bi heyeta Amerîka re li ser yekîtiya Kurd û Rojava axifî

20 April 2021 04:47
ENKS: Me bi heyeta Amerîka re li ser yekîtiya Kurd û Rojava axifî

PeyamaKurd – Endamê Komîta Karên Derve yê ENKS ê Îbrahîm Biro li ser babeta hevdîtina bi heyeta Amerîkayê re ragihand ku wan gelek axaftinên erênî di derbarê yekîtiya Kurd de kirine. Ji ENKS ê Abdulhekîm Beşar, Îbrahim Biro û Seîd Omer, li Hewlêrê bi cîgirê nûnerê Amerîkayê yê ji Sûriyê berpirs David Brownstein û bi rêvebirên serkonsolosiya Amerîkayê ya Hewlêrê re hevdîtin kirin.

Endamê komîta Karên derve yê ENKS ê Îbrahîm Buro bo K24 ê weha ragihand:

“Ev civîn li ser daxwaza nûnerê Amerîkayê yê bo Sûriyê taybet, hat kirin. Dîplomatê Amerîkayê di seredana xwe ya Herêma Kurdistanê de bi serok Mesûd Barzanî, bi serokê Herêma Kıurdistanê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de xwest ku bi ENKS ê re bicive. Hevdîtin hêj dewam dikin.

Me li ser pêşdeçûnên dawiyê, çareseriya siyasî û li ser rewşa aboriyê axaftin kir. Lê herî zêde me li ser Rojava an ku li ser Kurdistana Sûriyê axaftin kir. Li ser pêşdeçûnên yekîtiya Kurd axaftinên erênî hatin kirin.”