ENKSê ji bo salvegera serhildana 12ê Adarê û Roja Sehîdên Kurd peyamek belav kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Yekşemê 12ê Adarê, ji bo salvegera Serhildana 12ê Adara 2004an û Roja Şehîdên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, peyamek belav kir.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê di peyama xwe ya Serhildana 12ê Adara 2004an û Roja Şehîdên Kurd de ragihand, “Îro 19 sal di ser serhildana 12ê Adara 2004an a pîroz re derbas dibin ku hêzên rejîma Sûriyê komkujiyeke hovane li dijî gelê me yê Kurd li Sûriyê pêk anî, weke êrîşeke pêşîlêgirtinê li dijî têkoşîna netewî ya Kurd, ew jî piştî pêşketinên wê demê yên li herêmê, piştî rûxandina rejîma diktator a xwînrêj li Iraqê û ji bo çêkirina nakokiyan di navbera gelên gelên Ereb û Kurd de.”
ENKSê diyar kir: “Rêjîmê sûde ji lîstika futbolê ya di navbera her du tîmên Qamişlo û Dêrezorê de wergirt û bi guleyên rasterast li ciwanên Kurd ên li stadyumê reşandin. Her wiha roja din jî di dema merasîma oxirkirina şehîdan de, hejmara şehîdan zêdetir bû ku û ev yek bû sedema derketina serhildana gelê Kurd li hemû deverên Kurdan li Sûriyê, ji Dêrikê heta Efrîn, Heleb û Şamê.”
ENKSê got: “Gelê Kurd di dîroka têkoşîna xwe de, bi riya serhildan û şoreşan, qurbaniyên giran ji bo azadiyê dane, ji wan jî şehîdên Serhildana Adara 2004ê ku xwîna wan a pak bû handereke mezin ji bo tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyê û ji bo pêşketina doza Kurdî ku derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê li Kurdistana Sûriyê bû û pirsgirêka Kurd ji çarçoveya xwe ya herêmî ya teng ber bi asoyên navneteweyî ve bir û xiste rêza mijarên girîng ên Rojhilata Navîn.”
Di peyamê de hat diyarkirin: “ENKSê ev roj ji bo şehîdên Kurd li Kurdistana Sûriyê ji bo rêzgirtina li xwîna wan a pak hilbijart. Bila ev roj wek navekî girîng di dîroka gelê me û doza wî ya niştimanî de bimîne, ji ber ku şehîd pira ku karwanên azadiyê di ser re derbas dibin e.”
ENKSê destnîşan kir: “Di vê boneya bi êş de, ENKS tekezî li ser pêwîstiya yekdengî û yekhelwestiya Kurdî li hember pirsên niştimanî, çarenivîs û daxwazên gelê me yê Kurd dike û ew berdewam e di berevanîkirina li hebûna xwe ya resen li Sûriyê û mafên xwe yên çarenivîsaz ên rewa di Sûriyayeke federal, demokrat, firehnetew û firehol de ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di destûra wê de parastî bin.”
Di dawiya peyama ENKSê de erdheja wêranker a 6ê Sibata borî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê hatiye bibîrxistin û hevxemiya xwe ya kûr bi gelên Sûriyê û Tirkiyê re û bi taybetî bajarên Efrîn û Cendirsê re nîşan dide. Herwiha dilovaniya ji şehîdan re û başbûna bilez jî ji birîndaran re hêvî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin